Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kadar Pîrê Behsa Êrîşên Dawî yên Fransa Dike


Di van du hefteyên borî de Fransa rastî sê êrîşan hat, piştî ku mamosteyekî hin wêneyeyên karîkatorî yên pêxemberê misilmanan Muhemed nîşanî xwendevanên xwe dan û ew mamoste ji alî êrîşkerekî ve hate serjêkirin .

Hin wezîran huşdarî daye ku renge hin êrîşên din ên çekdar li welêt bibin.

Serokê Frensa Emmanuel Macron bi hezaran serbaz li bajaran belav kirin, ji bo parastina cihên giştî û dibistanan.

Kadar Pîrê, rêvebirê rêxistina Kurd bê Sînor, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ev êrîşên ku li Frensa dibin, nirxandin.

Wî got ku ev ne cara yekem e êrîşên wiha dibin û xelkê Frensa hemî wan şermezar dike.

Pîrê ku li Frensa dimîne got:

“Ji berê de gotûbêjek li Frensa heye ku divê Frensa li dijî ramanên tund raswete. Macron berî şeş mehan pêwîstîya rawestana li dijî van bîr û boçûnên tudrew anî ziman. Mizgeftek li Parîsê hat girtin, ku tê naskirin wê gelek kes şandina Sûriyê û Îraqê ji bo alîkariya Daişê.”

Pîrê nîşan da ku êrîşên dawî ew bi awayekî rasterast girêdayî bîr û hizrên îslamiyên tund in.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê fayla deng veke

Hevpeyvîna li gel Kadar Pîrê
please wait

No media source currently available

0:00 0:12:06 0:00


XS
SM
MD
LG