Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîplomatekî Frensî: Çîn 'Cûre Alavên Leşkerî' Dide Rûsyayê


Rahênaneke leşkerî ya hevbeş ya Rûsya û Çînê di deryaya Japonê de
Rahênaneke leşkerî ya hevbeş ya Rûsya û Çînê di deryaya Japonê de

Rawêjkarê dîplomatîk yê serokê Frensayê Emmanuel Macron got ku Çîn tiştên ku dikarin wekî alavên leşkerî werin bikaranîn dişîne Rûsyayê ku di encamê de dikarin di şerê wê yê li Ukraynayê de werin bikaranîn.

Emmanuel Bonne roja Pêncşemê li Foruma Ewlekariyê ya Aspen li ku Colorado tê weşandin, di axaftinek gelemperî de got, "Nîşan hene ku ew tiştên ku em tercîh dikin ku ew nekin, dikin."

Dema ku jê hat pirsîn ku ew behsa çi dike, wî got ku ew şandina "cûre alavên leşkerî ye".

Wî got,"Bi qasî ku em dizanin, ew şiyanên leşkerî yên girseyî nadin Rûsyayê."

Çavkaniyeke dîplomatîk a Frensî ji AFP re got ku şêwirmend behsa "radestkirina pêşbîn a teknolojiyên karanîna dualî", hem sivîl û hem jî leşkerî kir.

Rojava ji Pekînê dixwaze ku çekan ji bo şerê li Ukraynayê nede Rûsyayê.

Digel ku ew dibêjin belge ji bo wê yekê tune ye, ew ji îhtîmala ku kompaniyên Çînî teknolojiyê radest bikin ku ji hêla Rûsan ve li qada şer a Ukraynayê were bikaranîn, bi fikar in.

Bi îdiaya ku di pevçûnê de bêalî ye, Çîn banga rêzgirtinê ji dewletên serwer, di nav de jî Ukrayna, kir, lê ti carî bi eşkere operasyona leşkerî ya ku li Ukraynayê ji hêla Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ve hatî kirin şermezar nekir.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG