Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Ser Xwendingehekê de Mamosteyek li Fransa Hate Kuştin


Wezîrê Navxweyî yê Fransa Geral Darmanin ragihand ku di êrîşele li li dibistanekê mamosteyek hatiye kuştin û du kesên din jî birîndar bûne.

Darmanin dîyar kir ku êrîş li Aras ya li başûrê welêt, li Lîseya Gambetta çêbûye û êrîşvan bi kêrê ew kiryar bi cîh anîye.

Medya Fransî ragihand ku êrîşvan hatiye desteser kirin û li gor dîdevanan êrîşvan bi dirûşmên Îslamî êrîş pêk anîne.

Jêderên ewlekarîyê dîyar dikin ku êrîşvan di salên 20’î de ye, bi eslê xwe Çeçen e û peywendîya wî bi Îslama tundrê re heye.

Medyaya Fransa herwiha dîyar kir ku êrîşvan yek ji xwendekarên kevin yê wê lîseyê bûye.

Dozgerîya Têkoşîna Dijî Terorê ya Fransî ragihand ku wan ser bûyerê dest bi lêpirsînê kiriye.

Darmanin da zanîn ku Serokê Fransa Emmanuel Macron wê serdana cîhê bûyerê bike û parlamana Fransa jî jiber êrîşê rûniştina xwe ya dawî betal kir.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG