Wezîra Derve ya Fransayê Catherina Colonna îro Pêncşemê got ku Tehran divê berî ku Parîsê rexne bike, li rewşa xwe binêre.
Îranê. piştî karîkaturên di kovara rexneyî, Charlie Hebdo de hatine weşandin, gazî li balyozê Fransî yê li Tehranê kiribû.
Peywendîyên Fransa û Îranê piştî rawestîna danûstandinên ser vejandina peymana navokî û girtina 7 welatîyên Fransî ya ji hêla Tehranê xirabtir bûn.
Charlie Hebdo vê hefteyê bi dehan karîkatur weşandin ku rêberê olî yê Îranê Ayetulah Alî Xamaneyî û rejîma Tehranê jiber givaştina ser xwenîşanderan rexne dikin.
Colonna ji LCI TV re dîyar kir ku Îran jiber tundûtûjîya li ser Îranîyan û desteserkirina Fransîyên polîtîkayên xirab dimeşîne.
"Li Fransa medya azad e û dozger li gor qanûnan wan kontrol dikin ku Îran nizane wisa bike," Colonna got.
Karbidestên Îranî dibêjin ku di protestoyan de tilîya welatên Rojavayî heye û wan bi gurkirina girjîyê tawanbar dike.
Jêder: Reuters