Wezîrê derve yê Frensa Jean-Yves Le Drian got diyaloga bi Îranê re dimîne vekirî, tevî ku Îraniyan biryar daye xwe ji pêgiriyên rêkeftina navokî ya sala 2015an dûr bixin.
Di axaftina xwe ya li ser radyoya Ewrupa1, Le Drian îro Yekşemê got dûrketina Îranê ji pîvanên rêkeftinê bûn sedema girjiyan, lê kenalên diyalogê dimînin vekirî.
Îran dibêje wê dest bi karanîna amîrên pêşketî yên petandina Uraniumê kiriye, ku binpêkirine ji rêkeftina navokî re.
Îran huşdariyê dide ku Ewropa demeke kêm maye ji bo pêşkêşkirina hin pîvanên nû yên parastina rêkeftinê.
Şareza texmîn dikin ku Tehran dikare di salekê de dest bi avakirina çekên navokî bike eger bixwaze.