Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşekê de li Frensa Qeşeyekî Yûnanî Birîndar Dibe


Çavkanîyeke polîs û hin gewahîderên bajarê Lyon ê Frensî îro Şemiyê got ku êrîşkerekî qeşeyekî Orthodox gulebaran kir û revîya.

Qeşe demjimêr 4 piştî nîvro bi dema Frensa du caran hat gulebarankirin, dema ku wî kenîse digirt. Polîs di cih de derdora kenîseyê girt û qeşe hate dermankirin.

Ev êrîşa li ser kenîseya Yûnanî ya Orthodox dibe piştî çend rojan ji êrîşeka din dijî kenîseyeka bajarê Nice ku tê de sê kes hatin kuştin.

Berî wan jî êrîşkerekî mamosteyekî dibistanê serjê kiribû, ji ber ku wî mamosteyî hin wêneyên karîkatorî yên pêxemberê misilmanan Muhemed nîşanî xwendekaran dabû.

Wezîrên frensî hudarî dabûn ku renge hin êrîşên din çekdarê Îslamî bibin.

Serokê Frensa Emmanuel Macron bi hezaran serbaz li welêt belav kirine ji bo parastina dibistan û cihên nimêjan.

XS
SM
MD
LG