Wezareta Derve ya Fransa ragihand ku ewê îro Sêşemê dest bi derxistina hemwelatîyên xwe yên li Nîjerê bikin.
Leşkerên Nîjerê hefteya borî dest danîn ser rêvebirîyê û li welêt dijî Fransa jî nerazîbûnek heye.
Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Fransa ew dewlet ser derxistina hemwelatîyên welatên din yên Ewrupa jî dixebite.
Wê wezaretê dîyar kir ku piştî êrîşên dijî balyozxaneya Fransa ya li Niamey'ê wan biryar daye ku ew hemwelatîyên xwe derxin.
Esmanê Nîjerê jî firînan hatiye girtin ku ew jî, rewişa derketinê dijwartir dike.
Wezareta Derve ya Îtalya jî ragihand ku ewê jibo derxistina hemwelatîyên xwe yên li Nîjeryayê firîneke taybet çêkin.
Wezîrê Derve yê Îtalya Antoni Tajani bi twîtekê dîyar kir ku hikûmetê biryar daye ku hemwelatîyên li Niameyê bi firokeke taybet ji wir derxe.
Jêder: AFP