Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Frensa di Dawiya Hefteyê de ji ber Çaksaziyên Xanenişînbûnê Rastî Xwepêşandanan Tê


Li Frensayê roja Şemiyê xweşandanên dawiya hefteyê hatin amadekirin, piştî şeva duyemîn a nerazîbûnê ku ji aliyê Serok Emmanuel Macron ve hat gurkirin dema ku wî bêyî dengdana parlemanê guhertineke xanenişîniyê ya cihê nakokiyan sepand.

Hikûmeta Macron roja Pêncşemê fermaneke cîbecîkar ya cihê nakokîyê pêk anî bi riya mersûmekê ku li gorî destûra Fransa yasayî ye.

Tevger bû sedema hêrsa çîna siyasî ya Frensa û xwepêşandanên rûbirûbûnê yên li kolanan, yek ji mezintirîn kêşeyên wî, piştî kêmtirî salekê ji dema wî ya seroktiyê ya duyem û dawî.

Li gor zanyariyên parlemanê, parlementerên opozisyonê 2 pêşniyazên bêbaweriyê pêşkêşî hikûmetê kirine daku roja duşemê piştî nîvro li parlemanê werin gotûbêjkirin.

Ew hêvî dikin ku têra xwe piştgirîyê bi dest bixin da ku kabîneyê hilweşînin û yasaya rakirina temenê xanenişîniyê ji 62 bo 64 salan betal bikin.

Sendîkayan banga xwepêşandanên biçûk di dawiya hefteyê de kir, berî grevên plankirî yên seranserî welêt û mîtîngên dijî projebiryarê, roja Pênşema hefteya bê.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG