Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Fransa Hêzeke Komandoyan Girtiyekî ji Zîndanê Revand


Wêne ji arşîf e
Wêne ji arşîf e

Li Fransa gunehkarekî xerab ku bi 25 sal zîndan hatibû cezakirin, îro Yekşemê karîbû ji zindana xwe bireve, bi alîkariya hêzeke komandayoyan ku bi helîkopter hat meydana zîndanê û ew ji odeya serdanan revand.

Ev cara duyem e girtiyê bi navê Redoine Faid dikare ji zîndanê bireve.

Cara yekem, bi riya teqemeniyan ku di nava buxçeyên desmalan de hatibû derbaskirin ew ji zîndaneka din reviya.

Ev reva wî ya dawî ji zîndana Reau tenê çend xulekan dirêj kir, li gor wezareta Dadweriya Fransa.

Nobedarên neçekdar got wan ji bo nehêştina reva wî nikarîbû tiştekî bikin.

Bi cilûberg û lepikên reş, du komandos ji bo revandina Faid derbasî zîndanê bûn. Wan maşîneka hêrandinê bikar anî ji bo vekirina derî, niwênerê yekîtiya nobedaran Marşal Delabroye ji tilfizyona BFM re got.

Çekdaran dûman bikar anî da ku kamîra tiştekî diyar nekin.

Dema helîkopter gihîşt, Faid li gel birayê xwe di odeya serdanan de bû . Qumandarekî sêyem debançe bi ser firokvan de girtibû, li gor endamên yekîtiya nobedaran.

XS
SM
MD
LG