Piştî şeş rojan ji xwepêşandanên tund li seranserê Fransayê li dijî kuştina gencekî 17 salî, deshilatdar dibêjin asta protestoyan heta radeyekê kêm bûye.
Lê, şewitandinana dikan û trombîlan û xirabkirina avahîyên giştî roja Duşemê jî dom kirin.
Bûyerên xirabîyê di encama kuştina gencekî Fransî bi esil Cezayîrî de ser destê polîs, derketin holê.
Wezareta Navxweyî ya Fransayê got ku piranîya kesên ku jiber van kiryaran xirabkirinê hatine girtin genc in û hinek zarokên 12 û 13 salî jî di nav de hene.
Li gor daneyên wezareta navxweyî,bi giştî 3,354 kes jiber van bûyeran hatin girtin, ji wan 157 tenê şeva Duşemê. Di van êrîşan de du bingehên polîs jî rastî êrîşan hatin.
Hefteya borî, gencê bi navê Nahel ji alîyê polîsan ve li devereke paytexta Fransî Parîsê hate kuştin.
Gelek çalakvan dibêjin, bûyerên xirabkirinê yên şevê karvedaneke hember dewleta Fransî ku gelek kesên genc yên bi esil koçber dibêjin bi awayekî berdewma cudahîkirin li dijî wan tê kirin.
Dora 45,000 polîs li seranserê Fransayê hatine belav kirin jibo rê li ber tundûtûjîyê bigirin.
Li gor wezareta navxweyî, 297 otomobîl û 34 avahî di encama van kiryaran de hatine şewitandin ku gelek ji wan avahîyan jî girêdayî hikûmetê ne. Herwiha, bi giştî 99 navendên şaredarîyan li seranserî welêt ketine ber êrîşan.
Jêder: AP