Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Hikûmeta Sûrî bi Astengkirina Danûstendinan Tawanbar Dike


Staffan de Mistura û Beşar al- Ja'farî serokê şanda rejîma Sûrî.
Staffan de Mistura û Beşar al- Ja'farî serokê şanda rejîma Sûrî.

Roja Çarşemê Fransa hikûmeta Sûriyê tawanbar kir, jiber ku ew dibêje, şanda huikûmetê venagere Cenevre bo danûstendinanên aştiya ku bi alîkariya Netewên Yekgirtî tê berdewamkirin.

Fransa herwiha bang li Rûsya dike daku xwe ji berpirsiyê ne vedize û hewil bide şanda hikûmeta Sûrî vegerîne ser maseya danûstendinan.

Danûstendinên aştiya Sûriyê roja Çarşemê hatin berdewamkirin, lê agahî nînin kanê şanda Sûrî vegeriyaye ser maseya danûstendian li Cenvre yan na.

Heftiya bûrî diyaloga aştiya li Sûriyê hatbû destpêkirin, piştî çend rojan ji danûstendinan hat zanîn ku pêşveçûn pêk nehatine, Staffan de Mistura şanderê Netewên Yekgirtî got, şanda hikûmeta Sûrî bi serokatiya Beşar al-Ja'ifarî vegeriya Dîmeşqê jibo ku bişêwirin.

Alexander Gorginy, cîgirê berdevkê wezareta derve ya Fransa gote rojnamevanan "Fransa şanda rejîma Sûrî şermezar dike derbarê ne amdebûn û red kirina dialogê" yaku bi armanca niyet başiyê bo çareserîyek siyasî tê berdewamkirin, herwiha dibêje, "ev redkirin, stratejîya astengkirinê ye, ya pêşdaçûna pêvajoya siyasî", yaku rejîma Sûrî dike berpirsîye li hember pêşnektina danûnstendinên aştiyê û çareserîyek siyasî li Sûriyê.

Gorginy dîsan dibêje, divê Rûsya berpirsiya liser milên xwe hilîne jiber ku, ew piştevana sereke ya "Asad" e.

XS
SM
MD
LG