Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kadar Pîrê Behsa Dadgehkirina Endamên DAIŞ'ê Yên Fransî li Bakurê Sûriyê Dike


Kadar Pîrê

Wezîrê derve yê Fransa Jean-Yves le Drian dibêje welatiyên Fransî yên ku tevlî Daiş bûne û hatin girtin li Îraq û Bakurê Sûriyê dê ji aliyê desthiladarên xwecihî yên wan herêman ve bêne dadgehkirin.

Rêvebirê rêxistina Kurd bê Sînor Kadar Pîrê di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka behsa helwesta xelkê Fransa kir û got:

“Dadgehkirina endamên DAIŞ'ê li Bakurê Sûriyê ji aliyê xelkê Fransa û penaberên li Fransa ve tê pejirandin ji ber ku wan çekdaran kiryarên qirêj kirine.”

Pîrê ku, li Parîsê dimîne erêkirina Fransa li ser dadgehkirina welatiyên xwe ji aliyê Kurdên Sûriyê ve, weha dinirxîne ku ve wek pênasîneka ne rasterast ya Fransa ye bi rêveberiya xweser a Kurdan li Bakurê Sûriyê.

Ji bo guhdarîkirina hemû hevpeyvînê fayla deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:42 0:00

XS
SM
MD
LG