Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ewro roja Şemiyê got ku Fransa dê piştgîriya xwe ya leşkerî û mirovî "zêdetir" bike piştî danûstandina digel hevtayê xwe yê Ukraynayê Volodymyr Zelensky.
Macron got Zelensky spasiya Fransayê kirîye ji bo "hinartina harîkarîya leşkerî yên mezin ku harîkarîyê dide berxwedana Ukraynayê," û wî da zanîn "ku ev piştgirî dê her ku diçe xurttir bibe, her weha alîkariya mirovî jî ku ji alîyê Fransayê ve dihêt dabînkirin bo Ukraynayê."
Tê zanîn welatên Rojava di van demên dawî de hewl didin alîkariyên leşkerî yên bêhtir bigihînin Ukraynayê di demekê de ku êrîşên Rûsyayê li rojhilatê wî welatî tundtir bûne.