Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Çekdarî ya Fransa de Êrîşvan û 3 Kes Hatin Kuştin


Di êrîşeke çekdarî de 3 kes îro Înê li başûrê Fransa hatine kuştin, piştî ku mirovekî çekdar gule barand ser polîsan û li nav supermerketekê jimareke kes dîl girtin.

Wezîrê Navxweyî Gerard Collomb ragihand ku polîsan avêtin ser supermarketekê ku êrîşvan xwe vedişart û ew kuştin.

Jêderên wezareta navxweyî ji Reutersê re ragihand ku du kes dema dîlgirtina rehîneyan de hatine kuştin û yek ji wan bi giranî, 3 kes jî birîndar bûn.

Demeke paştir, polîsan ragihand ku êrîşvan kesekî din, bi teqekiri na serê wî, li bajarokê dîrokî Carcassonne kuştiye.

Serokê Fransî Emmanuel Macron got ku êrîş dişibe kiryareke terorîstî û hêzên ewlekarîyê cîhê bûyerê diparîzin.

XS
SM
MD
LG