Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Berevanî yên Fransa û Brîtanya Serdana Kîevê Dikin


Wezîrên berevanî yên Fransî û Brîtanî îro Pêncşemê serdana Kîev ya paytexta Ukrayna kirin.

Her du wezîr bi karbidestên Ukraynî re ser piştgirîya jibo serketina dijî hêzên Rûsî diaxifin.

Wezîrê Berevanî yê Brîtanya Grant Shapps dîyar kir ku ew jibo ji Serokomorê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy bipirse bê ka jibo serketina Kîevê çi pêwîst e vê serdanê dike.

Shapps bi erka xwe ya wezîrê cara pêşî li Kîevê ya paytext e.

Wezîrê Berevanî yê Fransa Sebastien Lecornu bi jimareke karbidestên kargehên berevanîyê derbazî Kîevê bû.

Kîev dê di rojên pêş de bi pirtir ji 160 kompanîyên berevanîyê û nûnerên 26 dewletan foruma berevanîyê li dar xe ku serdana wezîran berî forumê çêbû.

Ukrayna jibo dijî hêzên Rûsî bi ser keve jimareke caran ji dewletên Rojavayî çekên giran xwestin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG