Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Gemîyeke Helîkopteran Dişîne Rojhilata Deryaya Sipî


Artêşa Fransa ragihand ku ewê gemîyeke wê ya helîkopteran heta 5-6 rojan bigihîje rojhilata Deryaya Sipî.

Artêşa Fransî dîyar kir ku ger jibo bîyanên li Lubnanê biryara derketinê were dayîn ewê dest bi karên xwe bike.

Li gor ragihandina artêşê gemîya helîkopteran ya Dixmunde do Duşemê ji bendergeha derya ya Toulonê ber bi herêmê ve bi rê ketiye.

Karbidestên Fransa didin zanîn ku li Lubnanê bi qasî 20,000 hemwelatîyên wan hene.

Dewletên Rojavayî ser egera çêbûna şerekî berfireh yê li Lubnanê derbarê derxistina hemwelatîyên xwe danûstandinan dikin.

Hin karbidest dibêjin ku Qibris û Tirkîye dikarin jibo bi deh hazaran kesan bibin sitargeh.

Artêşa Îsraîlê piştî êrîşên esmanî yên dijî rêberên Hizbulahê dest bi operasyona bejahî kir.

Wê artêşê di destpêka operasyonê de ragihand ku pevçûnên li başûrê Lubnanê giran in.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG