Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konferansa Parîs Ya Navnetewî Ser Aloziyên Lubnanê Gotûbêjan Didomîn E


Serokwezîrê demkî yê Lubnanê Necîb Mîqatî û Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Noel Barrot di preskonferansa hevbeş de li Paris 24ê Cotmehê 2024.
Serokwezîrê demkî yê Lubnanê Necîb Mîqatî û Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Noel Barrot di preskonferansa hevbeş de li Paris 24ê Cotmehê 2024.

Fransa dibêje pêşniyara Fransî-Amerîkî bingeha çareserî û agirbesta li Lubnanê ye.

Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Noel Barrot got ku pêşnûmaya Fransî-Amerîkî hê jî bingeha agirbesta li Lubnanê ye û got ku pêkanîna bi temamî ya biryara 1701 ya Neteweyên Yekbûyî hêjî armanca xebatên dîplomasî ye.

Di biryarnameyê de tê xwestin ku başûrê Lubnanê ji bilî hêz û çekên dewleta Lubnanê divê ji hemî hêz û çekên din bê paqijkirin.

Çalakiyên Konferansa Navdewletî ya Piştevaniya Lubnanê li paytexta Fransa Parîsê, roja Pêncşemê, bû şahidê ragihandina alîkariyên navneteweyî ji bo welatê ku ketiye nav şerê di navbera Îsraîl û Hizbullaha ku Îran piştevaniya wê dike de.

Serokwezîrê demkî yê Lubnanê, Necîb Miqatî, nêrîna xwe ya têkildarî piştgirîkirina artêşa welatê xwe eşkere kir û got ku "Ew rê li ber cîbicîkirina biryara 1701 ya Neteweyên Yekbûyî li ser erdê vedike, ji bo bidawîkirina şer."

Wezîrê Fransî jî got ku divê Lubnan dawî li valahiya du salan bîne û serokekî nû hilbijêre û nebûna serokekî hilbijartî jibo dewletê weke karek "nerewa," bi nav kir.

Barrow di civîna çapemeniyê ya li Parîsê de got "Ji bo parastina yekitiya xwe çareseriya pirsên heyî divê Lubnan xwedî serokekî nû be."

Serokê Fransa Emmanuel Macron ku mazûvaniya Konferansê dike da zanîn ku welatê wî dê bi sed milyon euroyî piştgirîya Lubnanê bike û xwest di zûtirîn dem de şer bê rawestandin.

Wî di axaftina vekirinê ya konferansê de, ku armanca wê komkirina dora nîv milyar euro ye ji bo piştgirîkirina kesên ku ji ber pevçûna di navbera Îsraîl û Hizbullahê de cih û warên xwe revîne kom bike, got: "Divê şer bi zûtirîn dem raweste."

Wî her wiha dilgiraniya xwe nîşan da ku "Îsraîl operasyonên xwe yên leşkerî li Lubnanê, li başûr, li Beyrûtê û li deverên din berdewam dike û hejmara qurbaniyên sivîl zêde dibe."

Wî got, "Pêdivî ye ku Hizbullah, êrîşên xwe yên li dijî Îsraîlê rawestîne."
Macron êrîşa ser mala Serokwezîrê Îsraîlê ê êrîşên bêserûber yîn ser Îsraîlê şermezar kirin û got, "em van êrîşan şermezar dikin."

Di destpêka Konferansê de Miqatî di axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo agirbestê tevbigerin. Wî got ku Lubnan bang li "civaka navneteweyî dike ku bibe yek û piştgirîya hewildanên ku êrîşên berdewam bi dawî bînin û agirbesteke lezgîn ferz bikin."

Almanya jî soz da ku di konferansê de 96 mîlyon Euro (103 mîlyon dolar) ji bo alîkariya Lubnanê bide, Wezareta Karên Derve di daxuyaniyekê de got, "Di konferansa îro de ji bo piştgirîkirina Lubnanê, Almanya soz da ku 96 mîlyon euro ji bo alîkariyê bide Lubnanê."

Reuters ji zarê dîplomatan ragihand ku ew ne li bendê ne ku di konferansê de pêşkeftinek girîng were bidestxistin.

Têkiliyên Fransayê yên dîrokî bi Lubnanê re hene, û ji bo agirbestekê bi Amerîka re dixebite. Lê bandora wê sînordar bûye ji dema ku Îsraîlê êrîşeke berfireh li ser girûpa Hizbullah di Îlonê de pêk anî, ku di encamê de bi hezaran koçber bûn û bêtirî du hezar kes hatin kuştin, li gor Reuters.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG