Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Dibêje jibo Rakirina Toleyên Dijî Sûrîyê Hîn Zû Ye


Fransa îro Pêncşemê ragihand ku jibo Yekîtîya Ewrupa (YE) ser rakirina toleyên dijî Sûrîyê bifikire hîn pir zû ye.

Berdevka Wezareta Derve ya Fransa Christophe Lemoine got ku YE niha li şûna rakirina toleyan bala xwe dide ser dîyarkirina pozîsyona jibo hikûmeta demkî ya Sûrîyê.

Lemoine dîyar kir ku ew dizanin ku toleyên dijî Sûrîyê tund in û got ku ew ne jibo niha, lê jibo demên pêş difikirin ku ser toleyan danûstandinan bikin.

Piranîya hikûmetên YE ser ketina Serokê berê yê Sûrîyê Beşar Esed razîbûnên xwe ragihandin.

Lê serhildayan Şam bi pêşengîya Heyet Tahrîr El Şam xist bin kontrola xwe ku ew rêxistin di lîsta rêxistinên terorê ya YE’ê de ye.

Karbidestên YE ser peywendîyên bi serhildayan re bi hevdu re danûstandinê dikin.

Tê çaverêkirin ku wezîrên derve yên YE hefteya pêş li Brukselê bicivin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG