Wezîra Derve ya Fransa Catherine Colonna îro Duşemê dîyar kir ku Yekîtîya Ewrupa (YE) dê piştgirîya jibo Ukrayna bi awayekî demdirê bidomîne.
Colonna got ku civîna wezîrên derve yên YE’ê yên li Kîevê nîşana piştgirîya demdirêj e.
‘’Civîna me ya li Kîevê nîşan dide ku heta ku Ukrayna bi ser dikeve emê pişgirîya xwe ya mayînde û domdar bidomînin’’
Wê dîyar kir ku divê Rûsya nebêje ku ew westîne û ewê alîkarî nedin.
Wezîra Fransî got ku ewê hîn demeke dirêj bi Kîevê re bin.
Amerîka û dewletên Rojavayî di şerê Rûsya û Ukrayna de pişgirî didin Kîevê.
Rûsya dîyar dike ku Amerîka û dewletên Rojavayî girjîyê gur dikin û dibêje ew nikarin rê li ber armancên hêzên Rûsî bigirin.
Jêder: AFP