Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Dibêje YE Dikare Dijî Cîwarkirîyên Îsraîlî Toleyên Nû Ragihîne


Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Noel Barrot îro Duşemê got ku ew dikarin dijî cîwarkirîyên Îsraîlî yên tundûtûjîyê dikin toleyên nû ragihînin.

Barrot li Foruma Aştîyê ya Parîsê dîyar kir ku berê du caran paketên toleyan dijî cîwarkirîyên Îsraîlê hatine ragihandin û dîyar kir bandora wan çêbûye ku Yekîtîya Ewrupa (YE) jibo toleyên nû hazirîyê bike.

‘’Em dibêjin ku ew cîwarkirîyên serî li tundûtûjîyê didin û kiryarên ser cîwarkirinan dijî qanûnan in. Li gor me divê ev kar jibo berjewendîyên Îsraîlê û ewlekarîya wê raweste.’’

Bala cîhanê li ser şerê li Gaza ye hevbendên Rojavayî yên Îsraîlê ser tundûtûjîya zêde ya cîwarkirîyên Îsraîlî yên li Kenara Rojava ketine fikaran.

Ji alîyê din ve Wezareta Derve ya Îsraîlê ragihand ku Wezîrê Karên Stratejîk Ron Dermer wê îro Duşemê bi Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken re bicive.

Civîn li vê demê rast tê ku danûstandinên ser aştîyê sekinîne.

Îsraîlê îro Duşemê ragihand ku di danûstandinên aştîyê yên jibo Lubnanê de pêşveçûn çêbûne.

XS
SM
MD
LG