Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Dê Sibê Înê Dawî li Vekişînên ji Afganistanê Bîne


Serokwezîrê Fransa Jean Castex îro Pêncşemê dîyar kir ku ewê roja Înê êvarî dawî li vekişînên ji Afganistanê bînin.

Castex ser vekişînan ji radyoya RTL re got ku ‘’Em dê heta sibê êvarî bidomînin.’’

Amerîka û welatên din yên rojava jiber geremola li firîngeha Kabulê ser êrîşên xwekujî yên Dewleta Îslamî (DAIŞ) hişyarîyê dikin.

Balyozxaneya Amerîka ya li Kabulê bang li welatîyên Amerîkî kir ku neçin firîngehê û di nav qelebalixê de hay ji dora xwe hebin.

Talîban dixwaze ku hemî hêzên bîyan heta 31’ê Tebaxê ji Afganistanê vekişin ku Amerîka û yekîneyên din yên hevalbend dê di hefteya pêş ji firîngehê derkevin.

XS
SM
MD
LG