Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Jinûve Dest bi Karanîna Vaksîna AstraZeneca Dike


Fransa roja Înê jinûve dest bi karanîna vaksîna vîrusa korona ya AstraZeneca kir.

Hin pisporên saxlemîyê di rojên borî de îdia kiribûn ku vaksîna AstraZeneca xwînê tîr dike û Fransa jî mîna jimareke dewletên Ewrupî karanîna wê rawestandibû.

Sazîya Dermanan ya Ewrupa (EMA) roja Pêncşemê dîyar kiribû ku vaksîna AstraZeneca ‘’bi bandor û ewle’’ ye û dabû zanîn ku feydeyên wê yên dijî vîrusa korona ji rîskên wê zêdetir in.

Serokwezîrê Fransa Jean Castex dibêje ku bo ew raber ku vaksîna AstraZeneca ewle ye ewê jî wê li xwe bide.

Anketên ku piştî rawestandina karanîna vaksîna AstraZeneca hatine çêkirin, nîşan didin ku li Fransa bi tenê 20 ji sedê gel bawerîyê bi vaksînan tînin.

Fransa jiber zêdebûna pêketinên vîrusa korona li Parîs ya paytext û 15 herêmên din jinûve qedexeya derketinê ragihand.

Ew sînordarkirinên ser derketina derve roja Înê bi şev destpê kirin.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Fransa 4,2 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 91,833 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG