Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Fransa: Dijî Binpêkirinên Nirxên Komara Fransî Emê Qanûnê Derxînin


Jean Castex
Jean Castex

Hikûmeta Fransa roja Çarşemê biryar da ku qanûna dijî nirxên Komara Fransî, wek zewaca bi darê zorê û têstên keçîniyê derxîne.

Lê, rexnegir dibêjin ku ew bo dûrketin û bîyanîyabûna hin Misilmanan xeterîye.

Serokwezîr Jean Castex ji rojnamevanan re got ku qanûn dê amûran bide ku bi karûbarên sîyasî û bîrdozî yên ku li dijî nirxên Fransa û serwerîya wan derdikevin ku carinan digihêjin asta kiryarên tawanbariyê.

Kabîneyê Castex Çarşemê 9ê Kanûnê bi fermî piştgirî da qanûna pêşniyarkirî û şand pêş meclîsa jêrîn ya parlamentoyê, ku hikûmet û hevalbendên wê piranîya kursîyan kontrol dikin.

Pêşnivîsa qanûnê li dijî kesên ser înternetê jibo kiryarên tundî pîvanên xurtir tîne, û bo hemwelatiyên biyanî yên xwedîyê gelek jinan in cezayên derkirina ji Franda pêşnîyar dike.

Hevdem, li gor qanûnê ewê her kesê ku zarokê xwe li derveyî dibistanên sereke perwerde dike, were kontrol kirin.

Karbidest înkar dikin qanûna pêşnîyarkirî Îslamê yan Misilmanan dike armanc.

Jean-Luc Mélenchon, serokê partîya çep ya opozîsyonê La France Insoumise, got ku ew destnîşankirin û mohrkirina misilmanan ku di vê pêşnivîsa qanûnê de ye qebûl nakin.



XS
SM
MD
LG