Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Çekdarekî li Supermarketeke Fransa 8 Kes Dîl Girtin


Karbidestên Fransî radigihînin ku li Trebes ya li başûrê Fransa, çekdarek ketîye supermarketekê û kesên di wir de dîl girtine.

Reuters’ê da zanîn ku di supermarketê de 8 kes dîl hatine girtin.

Bajarvanê Trebes jî dîyar kir ku di vê bûyerê de heta niha 2 kes birîndar bûne.

Dozgerîya Fransa ragihand ku êrîşvan girêdayî Dewleta Îslamî (DAIŞ) ye.

Operasyona rizgarkirina dîlgirtiyan didome û tîmên têkoşîna dijî terorê jî alîkarîyê dikin.

Serokwezîrê Fransa Edouard Philppe da zanîn ku bi ‘’rewşeke gelek cidî’’ re rû bi rû mane.

Karbidest bang li kesên li derdora supermarketê dikin ku dûrî cîhê bûyerê bisekinin.

DAIŞ’ê di sala 2015’an de li Parîsê êrîş li dar xistibûn û di wan êrîşan de 130 kes hatibûn kuştin.

Piştî êrîşan li Fransa rewşa awarte destpê kiribû û di Cotmeha 2017’an de bi dawî bûbû.

XS
SM
MD
LG