Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Dijî COVID-19 Tedbîrên Nû Radigihîne


Piştî ku li Fransa ji meha Gulanê vir ve hejmara herî bilind ya bûyerên vîrusa korona hat tomar kirin, hikûmet hewil dide ku jibo xebatkarên koçber û li navendên serjêkirina heywanan, karanîna maskan ya berfirehtir û parastinên xurttir ragihîne.

Lê Fransa hîn jî plan dike ku di nav du hefteyan de dibistanên li seranserî welat veke.

Herwiha, Wezîra Kedê Elisabeth Borne dibêje ku hikûmet bi biryar e ku ji girtineke nû ya neteweyî ku dê aborîyê hîn zêdetir hilweşîne û karan tehdîd bike, dûr bi sekine.

Di hefteyên dawî de hejmara bûyerên vîrusa korona ya Fransa jinûve zêde dibe, ji sedemên vê rewşê çûyîn û hatina mirovan li seren serê welat yên bo dawetan, kombûnên malbatî û betlaneyên havînê yên salane bi hevalan re jî, tê nîşandan.

Brîtanya roja Şemîyê bo kesên ku ji betlaneyên Fransayê vedigerin, rêgezan karantîna yê dîyar kir.

Fransa roja Şemîyê di yek rojeke de 3.310 bûyerên nû yên vîrusê ragihand, û rêjeya testên erênî jî her diçe zêde dibe û niha ji sedî 2.6'e.

Hejmara bûyerên rojane di du mehan dawî de heya çend sedan daket, lê di Tîrmehê de dîsa zêdebûn dest pê kir.

Bi tevahî Fransa heya niha pirtirî 30.400 mirinên bi sedema COVID-19 ragihandîye ku ev di nav hejmera mirinên herî bilind ên cîhanê de ye.

Wezîra Kedê Elisabeth Borne di hevpeyvîneke de ku îro Yekşemê di rojnameya Journal du Dimanche de hat weşandin de got ku hikûmet dixwaze karanîna maskan li cîhên kar berfireh bike.

"Pêdivî ye ku em her tiştî bikin da ku girtineke nû pêk neyê ," wezîr Borne got.

XS
SM
MD
LG