Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Karanîna Maskan û Tedbîrên Din yên Dijî COVID–19 Xurt Dike


Fransîyên li Marsêlya ketine dorê ku testa koronayê bikin
Fransîyên li Marsêlya ketine dorê ku testa koronayê bikin

Berdevkê Hikûmeta Fransa Gabriel Attal îro Duşemê ragihand ku 130 polîs ji herema Marsîlya re hatine şandin da ku alîkarîya bicîhanîna qanûna karanîna maskan bikin.

Li Fransa bi armanca rawestandina zêdebûna bûyerên vîrusa korona ji destpêka îro ve li gelek bajar û herem karanîna maskan tê mecbûrî kirin.

Herwiha herema Marsîlya jî roja Înê qanûnên karanîna maskan ya li dervaye malê jibo tevahîya bazarên cotkaran û bo zêdetir taxan berfireh kiribû.

Li Fransa di demên dawî de bûyerên tundîyê çêdibin ku bi piranî ji alîyê wan kesan pêk tên ku karanîna maskan red dikin.

Parîs roja Şemîyê rêgezên xwe yên karanîna maskan berfireh kir û bajarokên din yên li derdora Fransayê îro Duşemê dest bi pîvanên karanîna maskan yên li derve kirin.

Di rojên dawî de rêjeya bûyerên COVID–19 yên li seranserê Fransa bilindtir dibe.

Hikûmeta Fransî roja Yekşemê 3015 bûyerên nû ya vîrusa korona ragihandibûn ku ev ji rakirina tedbîr û qedexeyan ya meha Gulanê vir ve, yek ji wan hejmarên rojane ya herî bilind e.

Heta niha zêdetirî 30.400 kes jiber vîrusa korona li Fransayê jîyanên xwe hinda kirine, ku yek ji bilindtir hejmarên mirinê ya li cîhanê ye.

XS
SM
MD
LG