Hikûmeta Fransa bi armanca rawestandina zêdebûna bûyerên vîrusa korona îro Sêşemê bi sendîkayan re di derbarê pêdivî yên karanîna maskan li kargehan axaftinên şewirmendîyê dike.
Konseya Bilind ya Saxlemîya Giştî ya Fransa di dawî ya vê heftêyê de, jiber ku ji meha Gulanê vir ve bo cara yekê hejmara bûyerên vîrusa korona ji 3000'an derbaz kirîye, pêşniyar kir ku li tevahîya kargehan karanîna maskan were mecbûrî kirin.
Li gelek welatên Asyayê karanîna maskan bi şewazeke rêkûpêk tê cîhanîn û niha bi sedema pandemîyê pêwistîya li cîhên giştî zêdetir dibe, lê mecbûrkirina karanîna maskan ya li kargehan ji hêla hikûmetê ve kêm e.
Wezîra Kar ya Fransa Elisabeth Borne îro pîvanên nû yên karanîna maskan ya li kargehan ji sendîkayan re radigihîne.
Wezîr Borne di hevpeyvîneke bi rojnameya Journal du Dimanche de got ku karanîna maskan di cîhên kolektîf di û civînan de mecbûrî be, lê mirov dikarin li ofîsên taybet maskan derxînin.
Wezareta wê heya dawîya civînan wê lîsteyeke qanûn û pîvanên nû dîyar neke.
Karbidestên sendîkayan bi armanca parastinên dijî vîrusa korona givaştinan dikin. Demeke zûtir ya vê salê, karmendên Muzexaneya Louvre û Amazon û kargehên din jiber fikarên ku tedbîrên parastinê yên bo karmendan ne bes in, dest ji kar berdabûn.
Rêjeya pêketina COVID-19 ya Fransa niha li Ewrûpa di asta herî bilind de ye, lê hikûmeta Fransa bi biryar e ku venegere qonaxa tedbîr û qedexeyên bi girtineke tevahî ku dikare yek ji aborîyên herî mezin yên cîhanê hilweşîne.