Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Fransa COVID-19 Belav Dibe Û Givaştinên Karanîna Maskan Zêde Dibin


Polîsa jin li Parîs

Li ser hikûmeta Fransî givaş zêde dibin da ku daxwaza bikaranîna maskan ji hemû welatiyan û li hemû ciyên giştî bike.

Polîsê Parîsê roja Şemiyê, jibo çespandina bikaranîna maskan nobedariyên xwe li hin ciyên giştî yên paytext Parîs zêde kirin da ku her kes mecbûr bibe maskan hilgire, bi taybet li ciyên giştî yên weke dewrûberên mozexana Louvre û navaneda bazarî ya herêma Elysees.

Vîrusa korona li Fransa bi giştî û bi taybetî li Parîs bi şêweke lezgîn belav dibe, dibe ku polîs biryara girtina hemû qehwexanan û herwiha ciyên ku zêdetrî 10 kes hene bide, eger ku rêzê li şertên weke dûrbûna civakî negirin û pêgiriyê bi mercên paqijî û tendirustiyê nekin.

Niha li sedan bajarên Fransa daxwaza bikaranîna maskan heye heta li derve û di dema hatin û çûyinê da, lê ev şert û merc ji ciyekî bo yê din tên guhertin.

Civata Bilind ya Saxlemiya Civakî doh, Înê şîret û pêzanînên nû weşand bûn ku "divê bi şêweke berdewam li hemû ciyên girtî û yên giştî, ciyên taybet û yên vekirî- heta ku li ciyê karî mask bihên kar anîn". Derket ku nîva kesên tûşbûyî li Fransa li ciyên karkiirnê pêketine.

Roja Înê li Fransa 2800 haletên tûşbûnê hatine tomar kirin, ev jî dide zanîn ku bi sedan ji pîvanên rojane yên berî mehekê zêdetir bûne.

Lê heta niha astê nexweşên vîrusa korona li nexweşxanan û beşê çavdêriya çir, zêde nebûye. Jiber tirsa ku li Fransa vîrusa korona zêde dibe, Brîtanya biryar girt ku geştiyarên ji Fransa hatine qedexe kirin, ji îro Şemiyê Brîtanya hatina gerştiyarên ji Fransa qedexe dike.

XS
SM
MD
LG