Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Hejmareke Dayik û Zarokên li Kampên Bakurê Rojhilata Sûrîyê Werdigire


Dîmeneke ji Kampa Roj ku tê de xizmên kesên ku guman tê kirin endamên DAIŞ in, dimînin. (Arşîv)
Dîmeneke ji Kampa Roj ku tê de xizmên kesên ku guman tê kirin endamên DAIŞ in, dimînin. (Arşîv)

Wezareta Derve ya Fransa îro Sêşemê ragihand ku wê 35 zarok û 16 dayikên li kampên li bakurê rojhilata Sûrîyê diman ji welêt re hatine anîn.

Wezareta Fransî dîyar kir ku wan 35 zarokên anîne radestî sazîyên saxlemî yên zarokan kirine û ewê di bin çavdêrîye de bimînin.

Wezaretê da zanîn ku sîstema dadwerîya Fransî wê derheqa 16 dayikên ku hemwelatîyên Fransî ne, wê biryara ser siberoja wan bide.

Rêverbirîya Kurdan, komên mafên mirovan û koalîsyona dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) bang li cîhanê dikin ku hemwelatîyên xwe, ku bo tevlêbûna rêxistina çekdar çûne Sûrîyê û zarokên ku ji wna çêbûne, bibin welatên xwe.

XS
SM
MD
LG