Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Erîşekê de Polîsek li Parîsê Tê Kuştin, Du jî Birîndar Dibin


Reuters'ê ragihand ku di êrîşeke çekdarî ya li Parîs ya paytaxta Fransa de, polîsek hatiye kuştin û du jî bi giranî birîndar bûne.

Êrîş li Qada Champs Elysees, bi demjimêra herêmî di 9'ê êvarê de pêk hat. Êrîşkarek hat kuştin.

Polîsan jiber gumana êrîşa terorî Qada Champs Elysees vala kir. Ser qadê helîkopter difire û îstasyona metro hatiye girtin.

Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî yên Fransa Henry Brandet dîyar kir ku êrîşkar, bi wesayîtekê hatîye qadê, jê peya bûye, êrîşî polîsan kiriye û dema hewil daye bireve hatîye kuştin.

Brandet da zanîn ku jibo eşkerekirina sedema êrîşê hîn zû ye.

Serokê Amerîka Donald Trump jî got ku êrîş wek ya terorê xuya dike û ji gelê Fransa re sersaxî xwest.

XS
SM
MD
LG