Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Welatîyên li Etopya bi Firîneke Taybet Vediguhezîne

 Addis Ababa, paytexta Etopya
Addis Ababa, paytexta Etopya

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Fransa dê welatîyên xwe bi firokeke taybet ji Etopya derxe.

Reutersê ji zarê jêderekî ji Wezareta Derve ya Fransa da zanîn ku firok dê ji Addis Ababa ya paytext bi rê keve.

Fransa, hefteya borî piştî gurbûna pevçûnên li Etopya bang li welatîyên xwe kiribû ku demûdest ji wir derkevin.

Karbidestên Fransî dibêjin ku ew bo hêsankirina vekişandina welatîyan firîneke taybet çêdikin û wan heqê wê daye.

Berdevikê hikûmetê Etopya Legesse Tulu ser daxwaza Reutersê ya bo şirovekirina firîna taybet ti bersîv neda.

XS
SM
MD
LG