Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Sînordarkirinên bo Derketina Derve Heta 11'ê Gulanê Dirêj Dike


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron dîyar kir ku wan sînordarkirinên bo derketina derve yên jiber vîrusa korona hatine ragihandin, heta 11’ê Gulanê dirêj kiriye.

Di vê qonaxê de, ji hemwelatîyên Fransa tê xwestin ku kesên ji mal derdikevin bi xwe re belgeyeke ku sedema derketina derve nîşan dide bigerînin.

Macron da zanîn ku ew jiber kêmbûna belavbûna vîrusa korona geşbîn bûne, lê dîyar kir hîn tiştekî teqezkirî çênebûye.

Wî bi berdewamî got ku ewê dibistanên Fransa di 11’ê Gulanê de jinûve vebin.

Bar, restoran û sînemayên Fransa dê girtî bin û heta nîvê Tîrmehê jî li wir dê ti festîval çênebin.

Li Fransa pirtir ji 136,000 kes bi vîrusa korona ketine û bi qasî 15,000 kes bi wê vîrusê jîyana xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG