Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Wezîrê Çandê yê Fransa bi Vîrusa Korona Ketiye


Wezîrê Çandê yê Fransa Franck Riester

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Wezîrê Çandê yê Fransa Franck Riester bi vîrusa korona ketiye.

Reutersê ji zarê jêderên nêzî Wezareta Çandê ya Fransa da zanîn ku rewşa Riester yê 46 salî baş e.

Li gor agahîyên wê ajansê, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Riester di rojên dawî de kom nebûne.

Vîrusa korona ya bi navê Covid-19 li Fransa heta niha 19 kes kuştine.

Ew vîrus li seranserê Fransa ketiye canê pirtir ji 1200 kesan.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG