Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Tedbîran Sist Dike û Hejmara Mirinên jiber Vîrusa Korona Jinûve Bilind Dibe


Medya Fransî ragihand li Fransa hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane jinûve bilind bûye.

Li gor daxuyanîya Wezareta Saxlemî ya Fransa roja Yekşemê jiber vîrusa korona 70 kes bi vîrusa korona mirine û ew hejmar di 24 saetên dawî de bûye 263.

Wezareta Saxlemî ya Fransa dibêje ku dibe ku ew zêdebûn jiber ragihandina dereng ya mirinên vîrusa korona çêbûye.

Hikûmeta Fransa di 11’ê Gulanê de dest bi sistkirina tedbîrên dijî vîrusa korona kiribû.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Fransa pirtir ji 177,000 kes bi vîrusa korona ketine û 26,646 kes bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG