Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Fransa Dibêje li Welatê Wan Pêla Çaran ya Korona Destpê Kiriye


Serokwezîrê Fransa Jean Castex dîyar kir ku cureya vîrusa korona ya bi navê Delta li welêt bûye vîrusa herî berbelav.

Castex da zanîn ku hikûmetê di civîna kabîneyê de ser têkoşîna dijî vîrusa korona biryarên nû sitandine.

‘’Em di pêla çaran de ne’’ Castex got û bal kişand ku cureya Delta, ku berê li Hîndistanê hatibû dîtin, ji yên din zûtir belav dibe.

Fransa ew demek e ser planên bo vaksîna vîrusa korona ya mecbûrî ya bo karmendên saxlemîyê û karta tendûristiyê nîqaşan dike.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Fransa nêzî 6 mîlyon kesan bi vîrusa korona ketine û pirtir ji 111 hezar kes bi wê mirine.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG