Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Fransa: Rêberêkî El Qayde ya Afrîqa li Malî Hat Kuştin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku artêşa Fransa hefteya borî li Malî rêberekî payabilind yê Katiba Serma, ku wek El Qayde ya li Afrîqa tê nas kirin, kuştiye.

Reutersê da zanîn ku Nasir El Tergui ji alîyê leşkerên Barkhane ve bi êrîşa esmanî hatiye kuştin.

Katiba Serma komeke girêdayî El Qaydê ye.

Li herêma Sahel ya li başûrê Çola Sahra, bi qasî 5100 leşkerên Fransa li 5 welatan hatine bi cîh kirin.

Fransa li wê herêmê di sala 2014’an de dest bi operasyona dijî cîhadîhan kir.

XS
SM
MD
LG