Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Êrişa Ser Dêra Nice li Fransa 6 Kes Tên Desteser Kirin


Piştî êrîşa Dêra Notre Dame ya li Nice, Fransa, Cotmeh 30, 2020.
Piştî êrîşa Dêra Notre Dame ya li Nice, Fransa, Cotmeh 30, 2020.

Çavkanîyekî polîsên Fransa îro Yekşemê dîyar kir ku, di derbarê êrîşa li dêreke li bajarê Nice pêkhatî, hejmera kesên gomanbar ku hatine dester kirin, giheştîye 6 kesan.

Heman jêder radigihîne ku girtinên herî dawî roja Şemîyê pêk hatine.

Li Fransa , li dêreke ya li bajarê Nice, roja Pêncşemê êrîşkarekî bi qîrîna "Allah û Ekber" jinek serjê kir û du kesên din kuştibûn.

Ev êrîşa duyane, li Fransa di nava du hefteyan de pêk tê, êrîşa duyan jî ya bi kêrê aramnc jê, îslamiya tundrê tawanbar e .

Êrîşkarê gomanbar, ciwanek 21 salî yê ji Tunusê ye, ji alîyê polîsan ve hate gulebaran kirin û niha di nexweşxaneyekê de ye û rewşa wî giran e.

Televîzyona BFM TV ragihand ku di girtinên herî dawî yên dozê de, du zilamên ji bajarê Grasse, nêzîkî berava başûrê Fransa ya nêzîkê Nice, hatine desteser kirin Serdozgerê dij terorê yê Fransa dîyar kir ku kesê tê gomanbar kirin ku êrîşa Nice pêk anîbû, di 20'ê Îlonê de ji Lampedusa, girava Îtalî ya li hemberî Tunisê hatîye Ewrûpa.

XS
SM
MD
LG