Karbidestên tenduristiyê yên Fransa ragihand ku roja Şemiyê di 24 demjiman da 104,611 pêketîyên Covidê li Fransa tomar kirine ku hejmar sê rojan serêk bi awayek rekorî bilind dibe.
Roja Duşemê Serok Emmanuel Macron û endamên sereke yên hukûmeta wî dê bergirîyên ewlehîya Covîdê gotûbêj bikin di vîdeyo konfernasekê da.
Hêjmarên herî dawî, ji ajansa tenduristiya giştî ya Fransa berê vê civînê hatin dîyar kirin. Karbidest li ser bandora belavbûna bilez ya cûreya Omicron nîgeran in.
Roja Îniyê, rayedarîya tenduristiyê pêşniyar kiribû ku kesên mezin sê mehan piştî derzîlêdana xwe ya destpêkê, derzîya hêzker bikarbînin.
Nûke hikûmet gavan dihavêje ku belgeya tenduristiyê derxîne tenê bo kesên ku derzîya hêzker bikartînin.
Ew belge dê bo qehwexane, xwaringeh û cihên giştî, û hem jî ji bo geştiyariya navnetewî pêwîst be.
Hinek herêman Fransayê ji berê ve bergirîyên xwe yên ewlehiyê wergirtîbûn.