Wezîrê Perwerde yê Fransa Jean-Michel Blanquer dîyar kir ku Fransa dê rêça hin hikûmetên din yên welatên rojavayî neşopîne û Olîmpîyatên Zivistanê yên li Pekînê yên di meha Sibatê de boykot neke.
Wezîr got ku binpêkirinên mafên mirovan yên li Çînê divê werin şermezar kirin.
Spor bi serê xwe cîhanek e ku divê ji destwerdana siyasî bê parastin," wezîr Blanquer got.
Hevdem, wezîrê derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian , di preskonfêranseke hevbeş ya digel hevtaya xwe yê Alman Annalena Baerbock li Parîsê axifî.
Jean-Yves Le Drian got ku ser mijara boykotkirina dîplomatîk ya Lîstikên li Pekînê pêwîstî bi helwestek hevbeş ya Ewrupî heye.
Wî da zanîn ku wezîra Sporê Roxana Maracineanu dê beşdarî Olîmpîyatên Pekînê bibe. Lê divê binpêkirinên mafên mirovan yên werin şermezar kirin.
Parîs ewê di 2024'an de mazûvanîya Lîstikên Olîmpiyatê yên Havînê bike.
Amerîka, Kanada, Avusturalya û Brîtanya vê hefteyê de dîyar kirin ku karbidestên hikûmetên wan dê beşdarî Olîmpîyatên Pekînê nebin da ku bo binpekirinên mafên mirovan, ji Çînê re peyameke bişînin.