Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku hikûmeta Fransa bo têkoşîna dijî vîrusa korona li 15 herêmên welêt dema qedexeya derketina derve dirêjtir kiriye.
Hikûmeta Fransa roja Înê dîyar kiribû ku qedexeya derketina derve bi şev di saet 20:00 de destpê kiriye, lê ew saet îro Şemiyê ber bi 18:00 ve hat kaş kirin.
Berdevikê hikûmeta Fransa Gabriel Attal ewê bandora dirêjkirina dema qedexeyên li 15 herêman bişopînin.
Attal da zanîn ku bo rewiş xirabtir nebe gerek wan biryareke wisa bida û dîyar kir ku ger hewce be ewê karantîneke giştî jî ragihînin.
Fransa heta niha du caran ket karantîna giştî û tedbîr di Berfanbarê de hatin sist kirin, lê bar û restoranên wî welatî hîn jî girtî ne.
Hîn nayê zanîn ku bar û restoran dê kengî vebin, lê karbidestên Fransa dîyar kiribûn ku ew hêvî dikin ku bo wan di 20’ê Çileyê de destûra vekirinê bidin.
Gabriel Attal dubare got ku ewê navendên çand û hunerê di 7’ê Çileyê de jinûve venebin.
Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Fransa pirtir ji 2,6 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 64,760 kes bi wê mirine.