Çavkaniyên polîsên Fransî ragihand ku, îro Şemiyê, piştî oldarekî Îslamîst yê gumanbar serê sibeha roja Înêyê ( 16 Cotmeh)li kolanê ya li taxeke Parîsê serê mamosteyekî dibistanê jê kir, polîs di derbarê 9 kesên ku hatine desteser kirin, lêpirsînê didomîne.
Roja Înêya16 Cotmeh'ê de Samuel Paty yê 47 salî, ku li dibistana navîn ya bi navê du Boîs-d Aulne ya li taxa Cnaflans-Saînt-Honorin ya nêzî paytext Parîsê mamosteyê dersa dîrokê bû, ji aliyê zilameke bi kêrê serê wî hat jê kirin û di encamê de jîyana xwe hinda kir.
Kuştinê Fransa şok kir û pêvajoya dema êrîşa dijî ofîsa kovara rexnegirîyê ya bi navê Charlie Hebdo ya berîya pênc salan pêk hatibû, bi bîr xist.
Karbidestên ewlehîyê lêpirsîneke dimeşînin ka gelo êrîşker bi tenê serê xwe tevgerîya ye an şirîkên wî hene.
Herwiha medyaya Fransî ragihand ku êrişker xortekî 18 salî ye û bi eslê xwe Çeçen e.
Mamoste Samuel Paty di serê vê mehê di derseke mafên medenî ya welatîyan de li ser azadîya axaftin û îfadekirinê de karîkaturên Peygamber Mihemed, nîşan daye, ku ev hêjmarek dêûbavên Misilman aciz kirîye.Misilman bawer dikin ku her cûreya çêkirina sûretê Pêxember kufr e.
Serokwezîrê Fransa Jean Castex dîyar kir ku êrîş nîşana terora Îslamîst e.
"Ez dixwazim hêrsa xweya tevahî bi we re parve bikim. Di vê kiryara pîs de sekûlerîzm (laîkbûn), ku bingeha Komara Fransa pêk tîne, hat armanc kirin, ”Castex got.
Li gor çavkanîyên polîsan, piştî bûyerê tevî zarokeke jî, çar xizmên êrîşkar demûdest hatine desteser kirin.
Pênc kesên din, di şeva bûyerê de, ku di nav wan de 2 dêûbavên xwendevanên li Dibistana du Bois d'Aulne ku Paty li wir mamosteyî dikir jî hene , hatin binçav kirin.
Hefteyek berê, zilameke ku digot keça wî di pola Paty de ye, vîdyoyek li ser medyaya civakî parvekir û tê de wî mamoste wekî dijmin û kujer binav dikir û bang li kesên din dikir ku "hêzên xwe bikin yek û bêjin : bisekinin, dest nedin zarokên me'" .
Ne diyar bû ka ev kes yek ji wan kesên ku hatine desteserkirin da ye.
Hevdem, heya niha ne zelal e ku gelo êrişker ev vîdyo dîtiye an na.