Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Piştî Kuştina Mamosteyekî Dest bi Operasyonên Berfireh Dike


Protestoya bo şermezarkirina kuştina mamoste Samuel Paty, Parîs, 18 Cotmeh,2020
Protestoya bo şermezarkirina kuştina mamoste Samuel Paty, Parîs, 18 Cotmeh,2020

Polîsên Fransa îro Duşemê ragihand ku wan hemberî gelek komeleyên Îslamî û sazîyên bîyaniyan, operasyonan pêk tînên ku tê gumankirin ev komeleyana xwedîyê baweriyên olî yên tundre ne.

Ev opreasyonana piştî ku Samuel Paty yê 47 salî, mamosteyê dîrokê bû, roja Înê (16 Cotmeh) li nava taxeke bajarê Parîs hat kuştin, pêk hat.

Êrîşkarê ku xorteke 18 salî ye û bi eslê xwe Çeçen e demekê kurt piştî êrîşê ji alîyê polîsan ve hat kuştin.

Kujerê ciwan jiber ku mamoste Paty di polêke bo xwendevanên 13 salî de, li ser azadiya raman û axaftinê karîkaturên Pêxember Mihemed bikar anîye, xwestîye tola vê bigire.

Misilman bawer dikin ku her cûreya çêkirina sûretê Pêxember kufr e.

Kesayetîyên navdar û pêş yên Fransa kuştina mamoste Paty wek êrîşeke dijî Komar û nirxên bingehîn yên Fransî binav kirin.

Wezîrê Karên Navxweyî Gerald Darmanin dîyar kir ku di derbarê tawanên nefreta ya li ser înternetê dora 80 lêpirsîn hatine kirin û ew di derbarê 50 komeleyên civaka Misilman de lêkolîna girtinê dikin.

"Operasyonên polîsan pêk hatine û bo bi dehan kesên hêj bêtir operasyan dê bêne kirin," wezîr ji Europe 1 re got.

Hejayê bal kişandinê ye ku çavkanîyeke polîs roja Yekşemê got ku Fransa amadekarîyan dike ku 213 biyanîyên ku di lîsteya şopandinê ya hikûmetê bûn ku nav wan de nêzî 150 kesên ku ezayê girtîgehê girtine jî hene ku tê gumankirin ku ew kesana xwedîyê baweriyên olî yên tund in, dersînor bike.



XS
SM
MD
LG