Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Berî Hilcivîna Sûrîyê ya Stenbolê Lihevkirina bo Agirbestê Dixwaze


Jêderên serokomarîya Fransa ser Hilcivîna Sûrîyê, ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dabû zanî ku dê di 7’ê Îlonê de pêk were, dîyar kir ku ‘’hîn pir zû ye’’

Erdogan meha borî dabû zanîn ku Tirkîye dê di 7’ê Îlonê de li Stenbolê, bi beşdarîya Fransa, Almanya û Rûsya ser Sûrîyê hilcivînekê pêk bîne.

Jêderên Fransa dîyar dikin ku berî beşdarîya hilcivînê ser lihevkirina bo agirbest û reformên polîtîk garantîyê dixwazin.

Jêderên Fransa dide zanîn ku dibe ku hêzên rejîmê li Îdlibê dest bi operasyonekê bikin û ew ‘’gefeke bir mezin e’’

Heman jêder dîyar dikin ku dê di meha Îlonê de li Stenbolê civîneke dîplomatan çêbe.

Ser Hilciîna Sûrîyê, Rûsya jî ti dîrok nedabû û tenê dabû zanîn ku ewê di ‘’siberojeke nêz’’ de pêk were.

XS
SM
MD
LG