Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa: Ger Hikûmeta Sûrîyê Çekên Kîmyayî Bikar Bîne Emê Bersîvê Bidin


Sererkanê Fransa Francois Lecointre dîyar kir ku ger di operasyona Îdlibê çekên kîmyayî werin karanîn ewê êrîşî enîyên hikûmeta Sûrîyê bikin.

Lecointre ji rojnamevanan re da zanîn ku ger careke din çekên kîmyayî werin karanîn ew bo bersîvê hazir in.

Wî dîyar kir ku ew dikarin bersîva êrîşa kîmyayî bi xwe jî bidin lê ew dixwazin bersîvê tevî hin hevalbendên din bidin.

Di meha Nîsanê de, Amerîka, Fransa û Brîtanya dîyar kiribû hikûmeta Sûrîyê gaza jehrkirî bikar anîye û zêdetirê 100 muşek firandibûn enîyên hikûmetê.

XS
SM
MD
LG