Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa: Li Sûrîyê Gefên DAIŞ'ê Didomin


Balyozê Fransa yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Francois Dellatre di kombûna Civata Ewlekarî ya NY’ê de dîyar kir ku li Sûrîyê gefa Dewleta Îslamî (DAIŞ) didome.

Delattre da zanîn ku divê berevanîya gelê li bakurê Sûrîyê were kirin.

Wî got ku di serî de Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), divê hevkarên herêmî bêparastin neyên hiştin.

Piştî Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kiribû ku dê leşkerên Amerîkî ji Sûrîyê vekişîne, karbidestên Fransa dabûn zanîn ku ewê li bakurê Sûrîyê bimînn.

Li bakurê rojhilata Sûrîyê bo hevkarîya HSD’ê bi qasî 200 leşkerên Fransa hene.

XS
SM
MD
LG