Fransa îro Pêncşemê ragihand ku ewê hêzên xwe yên li bakurê Sûrîyê li wî welatî bihêle jiber ku Dewleta Îslamî bi tevahî nehatiye tune kirin û ew rêxistina tundrê bi berdewamî gefan li ser berjewendîyên Fransa dike.
Dîplomatên Fransî ji Reuterse re ragihand ku ew ji biryara Trump ya vekişîna ji Sûrîyê nehatine agahdar kirin û ew ji biryar matmayî mane jiber ku DAIŞ hîn nehatiye têkbirin.
Helwesta Fransa ya dijî gefên DAIŞ’ê xurt e jiber ku di saln dawî de jimareke êrîşên wê rêxistinê li nav axa Fransa çêbûne û bi sedan hemwelatîyên Fransî ketine nav refên DAIŞ’ê.
Hêjayî balkişandinê ye ku Fransa yek jî welatîn pêşeng ya koalîsyona navnetewî ye û dora 1,000 hêzên wê yên taybet li bakurê Sûrîyê hene ku bi hêzên Kurd û Ereb re dijî DAIŞ’ê şer dikin.