Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Dê Tedbîrên Dijî Vîrusa Korona bo Demeke Dirêjtir Sist Neke


Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Çarşemê ji zarê karbidestên hikûmeta Fransa ragihand ku ew welat bo rê li ber pêla sêyan ya vîrusa korona bigire dê tedbîran bo demeke din jî sist neke.

Berdevikê Hikûmeta Fransa Gabriel Attal dîyar kir ku ger pêwîst be ewê sistkirina hin tedbîran paş bixin.

Çaverêbû ku Fransa di 15’ê Berfanbarê de sînema, şano û muze jinûve vekirana û destûr bida hemwelatîyan ku di navbera herêman de herin werin, lê hejmarên pêketinên nû yên vîrusa korona raber dikin ku pêla duduyan hîn bi dawî nebûye.

Attal da zanîn ku piştî bidawîbûna pêla duduyan ewê sistkirina tedbîran bifikirin.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron dê îro Çarşemê bi wezîrên payabilind re ser vîrusa korona kom bibe.

Hikûmeta Fransa berî sînordarkirinan armanc kiribû ku hejmara rojane ya pêketinên vîrusa korona daxîne 5000’î û hejmara nexweşên li çavdêrîya krîtîk jî ji 3000’î kêmtir bike.

Li gor agahîyên dawî yên jêderên saxlemîyê, nexweşên di çavdêrîya krîtîk de hîn ji 3000’î zêdetir in lê ew hejmar roj bi roj kêmtir dibe.

Ew jêder dîyar dikin ku roja Sêşemê li seranserê Fransa pirtir ji 13,000 pêketinên vîrusa korona hatine tomar kirin.

XS
SM
MD
LG