Hikûmeta Fransa bo rê li ber belavbûna cureya vîrusa korona ya bi navê Omicronê bigire tedbîrên dijî rêwîyên ji Brîtanya berfireh kir.
Li gor tedbîrên nû, ji Şemîyê pê ve bi tenê di şertên ‘’mecbûr’’ de rêwî dê karibin ji Brîtanya derbazî Fransa bibin.
Bo ketinê hindurê Fransa dê testa PCR ya negatîf ya di kêmtir ji 24 saetan de hatiye kirin were nîşan dan ku ew dem berê 48 saet.
Karbidestên Fransa ji rêwîyan dixwazin ku 48 saetan jî di karantînê de bimînin.
Berdevikê hikûmeta Fransa Gabriel Attal dîyar kir ku ew jiber Omicronê tedbîran ji berê tundtir dikin.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku tedbîrên nû dijî rêwîyên wan jî ku dixwazin bo ger û kar derbazî Fransa bibin hatine ragihandin.