Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Hebûna Xwe ya Leşkerî li Derya Naverast Bihêz Dike


keştiya Fransî ya hilgira firokên helîkopter Tonnerre
keştiya Fransî ya hilgira firokên helîkopter Tonnerre

Fransa roja Pêncşemê ragihand ku ewê "bi şêweke demkî" hebûna xwe ya leşkerî li rojhilatê derya naverast bihêz bike, dema ku alozî di navbera herdu welatên cîran Tirkiyê û Yunanistanê da zêde dibin, jiber hewildanên Tirkiyê yên lêgerîna çavkaniyên enerjiyê li ava deryayî.

Leşerê Fransî dibêje, 2 firokên ji cûrê Rafale dê roja Pêncşemê gihin girava Crete (Kirêt) jibo "çend rojan", piştî ku destpêka vê hefteyê li girava Qobrisê beşdarî di manowirek leşkerî da kirî.

Hilgira firokên helikopter yên êrîşber Tonnerre (Thunder) dê gehîte firokehilgira Fransî La Fayette, piştî ku jibo alîkariya lezgîn ya peqîna Beyrutê çûbû Lubnanê, ew jî dê gehîte La Fayette ku ev demeke li Qobrisê ye û beşdarî di manowira leşkerî da kirbû.

Wezareta berevaniya Fransa di daxuyaniya îro Pêncşemê da dibeje"aramnc ji hebûna leşkerî ewe ku hilsengandinek serbixwe ya derbarê rewşê bihê kirin û Fransa ji tevger û ewlekariya deryayî ya li derya naverast pişt rast bibe û zelal bibe ku rêz li yasaya navnetewî tê girtin".

Sarbûnek di navbera Fransa û Tirkiyê da heye, serokê Fransa Emmanuel Macron Enqere bi binpêkirina serweriya Yunanistan û Qobrisê tawanbar dike, Tirkiye jî wan îdiayan red dike.

Tirkiyê derbarê mafên karanîna ava deryayî ya li rojhilatê derya naverast nakokî li gel Yunanistan û Yekîtiya Ewrupa hene. Ev nakokî peyda bûn piştî ku di salên dawiyê da, mîqdarek mezin ya gazê di ava deryayî ya rojhilatê derya naverast da hat dîtin.

Meha borî Yunanistanê ragihand bû ku wan keştiyên xwe li derya Îce belav kirine û xistine "di rewşek herî awarte"da, piştî ku Tirkiyê ragihand bû ku ew dê dest bi lêgerîna çavkaniyên enerjiyê bike li nêzîk girava Yunanî ya nakokbar ku Tirkiye dibêje ew ber bi beşa Tirkiyê dikeve.

Enqerê roja Duşemê keştiya "Oruc Reis" tevî keştiyek leşkerî hinartbûn hember girva Kastellorizo ya Yunanî.

Wezîrê derve yê Yunanistanê Nikos Dendias hişyarî dabû Tirkiyê ku "bi lezgînî" wê keştiyê vekişîne û keştiyên xwe yên leşkerî jibo zêrevaniya keştiya Tirkî hinartbûn wê herêmê.

Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis, doh Çarşemê gotbû ew hêvîdarin ku helwesta diyalogê bihê dom kirin da ku li herêmê çi şer dernekevin.

Fransa, Tirkiye û Yunanistan hersê welat endamên hevpeymaniya NATO yê ne, lê Macron derbarê hebûna Tirkiyê û beşdariya di nakokoyên wî welatî da Enqere rexen kirîye.

Ji hejî bîrxistinê ye ku her ji sala borî alozî di navbera serokê Fransa Emmanuel Marcon û serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan zêdebûn, bi taybetî piştî serokê Fransa gotbû, bê bersiv mana êrîşa Tirkî li bakurê Sûriyê weke "mirina mejî" ya hevpeymaniya NATO bi nav kirbû.

XS
SM
MD
LG