Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Saxlemî yê Fransa Welatîyan Ser Pêla Çaran ya Korona Hişyar Dike


Wezîrê Saxlemîyê Fransa Olivier Veran welatî ser pêla çaran ya vîrusa korona hişyar kir.

Veran da zanîn ku cureya vîrusa korona ya bi navê Delta zû belav dibe û da zanîn ku dibe ku heta dawîya Tîrmehê li Fransa pêlan çaran ya vîrusê çêbe.

Wî ji Twitterê dîyar kir ku rêjeya belavbûna vîrusa korona ew pênc roj in danekeve û dîyar kir ku di ser cureya vîrusê ya ji Brîtanya ew dikarin bibêjin ku bi cureya Delta jî dibe ku ew bi pêleke din re rûbirû bimînin.

Wezîrê Saxlemî yê Fransa bang li welatîyan kir ku demûdest vaksîna vîrusa korona li xwe din.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Fransa pirtir ji 5,8 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 111,323 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG